الخميس، 10 أبريل 2008

Leyla Zana bi 2 salan zindan hate mehkûmkirin

Leyla Zana bi 2 salan zindan hate mehkûmkirin
10 Nîsan 2008 Pênşem Saat 12:12
Ji ber ku gotibû 3 serokên Kurdan hene ceza xwar...

Parlamentera Kurd ya berê Leyla Zana ji ber ku gotibû 3 serokên Kurdan hene: Mesûd Barzanî, Celal Talabanî û Abdullah Ocalan, dozgeriya cumhuriyetê li dijî wê doz vekiribû.

Ji ber wan gotinên xwe Leyla Zana bi 2 salan zindan hate mehkûmkirin.

Zana di sala 2007 de li Newroza Diyarbekirê behsa her sê serokên Kurd kiribû.

Zana gotibû her sê serok jî dil, çav û mejiyê me ne.

ليست هناك تعليقات: